Helîm Yûsiv
Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Unîversîteya Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.
Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.
Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.
Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.
Berhem
- Mêrê avis, çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî)
- Jinên qatê bilind, çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî)
- Mirî ranazin, çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî)
- Sobarto, roman, (1999 bi kurdî û erebî)
- Memê bê Zîn , roman, 2003 bi kurdî
- Tirsa bê diran, roman, 2006 bi kurdî
- Gava masî tî dibin, roman, Weşanên Lîs, Amed 2009, bi kUrdî
- Romana kurdî Lêkolîn- 2011, bi kurdî-Ronahî.
- Ausländer beg Çîrok- 2011, bi kurdî, ji weşanên Lîs.
Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin
- Komara dînan
- Bidarvekirina pozekî
- Sol û serî
Xebatên Televizyonê
Ji 11'ê sermawezê sala 2000an, bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava Sêyemîn, heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de amade û pêşkêş dike.