Here naverokê

Keleha Aldûşê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "'''Kela Alduşê''' li navçeya Alduşê ser bi parêzgeha Semsûrê ya bakurê Kurdistanê wek keleke çavdêriyê ya leşkerî li kêleka Çemê Firatê hatiye lêkirin. Dîroka wê vedigere Serdema Navîn û tê bawer kirin ku di sedsala 2mîn de hatiye avakirin. Birc di sala 2022an de ji aliyê şivanekî gundê Bibalê ser bi navçeya Alduşê hatiye dîtin. Piştî lêkolîna Rêveberiya Muzexaneya Semsûrê hat diyar kirin ku ev der birceke leşkerî ye...." hat çêkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:08, 29 gulan 2024

Kela Alduşê li navçeya Alduşê ser bi parêzgeha Semsûrê ya bakurê Kurdistanê wek keleke çavdêriyê ya leşkerî li kêleka Çemê Firatê hatiye lêkirin. Dîroka wê vedigere Serdema Navîn û tê bawer kirin ku di sedsala 2mîn de hatiye avakirin.

Birc di sala 2022an de ji aliyê şivanekî gundê Bibalê ser bi navçeya Alduşê hatiye dîtin. Piştî lêkolîna Rêveberiya Muzexaneya Semsûrê hat diyar kirin ku ev der birceke leşkerî ye. Li gor pisporên Muzexaneyê niha tenê bermayên birceke çavdêriyê ya leşkerî mane û li heremê xûrdekên seramîk û mozaîkan jî hatine dîtin ku ev dide xûyakirin li vê derê kelehek hebûye.

Keleha dîrokî ji du beşan pêk tê, keleha derve û keleha hundir. Di keleha derve de leşker û xelk mane û li keleha hundir jî zêdetir kesên rêveber. Li derdora kelehê jî bermayên seramîk ku dîroka wan vedigere sedsala yekemîn heta serdema nêzîk hatine dîtin. Tê xuyakirin ku li vê derê jî ev cihê çavdêriyê bo parastinê hatine çêkirin.

Parêzgeha Semsûrê navenda şaristaniya Kommageneyê ye Keleha Alduşê dîroka wê vedigere berî zayînê sedsala 11an. Li navçeyê berî niha jî li Çiyayê Kimmel û Geliyê Alduşê bircên çavdêriyê hatibûn dîtin û li gor lêkolînan ev bo ewlekariya şaristaniyan hatine bikaranîn.[1]

Çavkanî

  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/people-places/17042022. Roja gihiştinê 29 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)