Here naverokê

Mihemed Emîn Zekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mihemed Emîn Zekî
Jidayikbûn1880
Silêmanî, Başûrê Kurdistanê
MirinTîrmeh 1948
Silêmanî
PîşeDîroknasê kurd, kurdnas û nivîskar
Zimanê nivîsinêErebî
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî
Tevgera wejêyîDîrok
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Mihemed Emîn Zekî, dîroknas û niviskarekî kurd bû û sala 1880'yî li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji dayîk bû.

Navê bavê wî Heci Evdirehman bû ku bazirgan û xwediyê karwanan bû. Malbatekî dewlemend de mezin bû. [1] Hêj biçûkatîyê emrê xwe de dayîka wî çû dilovaniya Xwedê. Piştî nexweşiyekê dijwar, nexweşiya romatizmayê kû heta dawiya emrê wî pêsîra wî berneda peyda bû.

Ji bo hînbûna xwendin û Quranê dest bi Medreseya Mela Ezîz kir. Pistre bi dorê re dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî diqedîne û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî dibe a li Bexdayê. Li wir hêdî hêdî dest bi mijûlên hunerî dike. Kêfa wî gelek nigarkirinê tê. Hin tabloyan li wir çêdike. Paşê li Stembolê Akademiya Şer dixwîne û Akademiya Bilind a Şer bi yekemtiyê diqedîne. Di Şerê cîhanî yê yekem de li gelek cepheyan şer dike.

Xizmetên Wî Yên Leşkerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Di sala 1903'a da li nav hêzên 6em ya Împeratoriya Osmanîya da bi rutbeya serpêl xizmet dide, piştî eşkerekirina meşrûtîyeta duyem de derbasî Edirneyê di nav hêza 2em dibe.
  • Dizivire Stenbolê di nav komîteya nexşekirina Stanbolê xebitî.

Sala 1924'an vedigere Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberiyê dike. Piştî vê dikeve hikûmetê û dibe Wezîrê Parastina Neteweyî. Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikûmeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Di tîrmeha sala 1948´an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe.

Hinek ji berhemên wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ (Muhammed emin zeki bey) Kürt tarihi dergisi özel basim - Qedrî Yıldırım