Helîm Yûsiv
Helîm Yûsiv | |
---|---|
Jidayikbûn | 1967 |
Hevwelatî | Sûrî, Almanya |
Malper | halimyoussef |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Helîm Yûsiv nivîskarekî kurd e ku di sala 1967an de li Amûdê (biniya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.
Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stembolê hatine weşandin.
Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.
Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mêrê avis, çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî).
- Jinên qatê bilind, çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî).
- Mirî ranazin, çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî).
- Sobarto, roman, (1999 bi kurdî û erebî).
- Memê bê Zîn , roman, 2003 bi kurdî.
- Tirsa bê diran, roman, 2006 bi kurdî.
- Gava masî tî dibin, roman, Amed 2009, bi kurdî, Weşanên Lîs.
- Romana kurdî lêkolîn, 2011, bi kurdî, Weşanên Ronahî.
- Ausländer beg çîrok, 2011, bi kurdî, weşanên Lîs.
- 99 Morîkên Belavbûyî, roman, 2015, bi kurdî, Weşanên Peywend.
Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Komara dînan
- Bidarvekirina pozekî
- Sol û serî
Xebatên Televizyonê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji 11ê çiriya paşîn sala 2000an, bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava Sêyemîn, heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de amade û pêşkêş dike.