Çiyayên Tatrayê yan jî Rêzeçiyayên Tatrayê rêzeçiyayeke di nav sîstema Karpatên Rojavayî de ye ku sinorê xwezayî ya di navbera Slovakya û Polonyayê de çêdike. Tatra çiyayên herî bilindê Karpatanan e ku beşek ji Rêzeçiyayên Karpatanan e. Çiyayên Tatraya di navbera Slovakya û Polonyayê de ye û ji Tatrayên Jêrîn cuda ye ku Tatrayên Jêrîn çiyayeke başûrê Slovakyayê ye. Çiyayên Tatrayê qadeke bi qasî 785 kîlomêtreçargoşe rûerd vedigire ku ji vê qadê nêzîkê 610 kîlometre çargoşe (%77.7) di nav sinorê Slovakyayê de ye û bi qasî 175 kîlometreçargoşe (%22.3) rûerd jî di nav sinorê Polonyayê de ye. Xala herî bilindê Tatrayê, girê Rysy li Polonyayê ku bi bilindahiya 2.500 mêtre bilind e û li başûrê Zakopane, li ser sinorê Slovakyayê ye. Çiyayên Tatrayê niha bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Slovakyayê û bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Polonyayê ku bi hev re ketine nav Tora Cîhanî ya Rezervên Biyosferê ya UNESCOyê bi qanûnan têne parastin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.