Attila İlhan
Attila İlhan | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 15 hezîran 1925 |
Mirin | 10 çiriya pêşîn 2005 Stembol |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Aşiyan Asri Cemetery |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Pîşe | |
Hevjîn | |
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Attila İlhan (jdb. 15ê hezîrana 1925an li Menemen; m. 10ê çiriya pêşîn a 2005an li Stembol) helbestvan, nivîskar û rojnamevanekî tirk e. Birayê aktrîst Çolpan İlhan e. Xwedî nêrînên tirkperwer-çepgir bû, gelek aliyên kemalîzmê dipesinand. Di babeta bicihanîna daxwazên kurdan de, helwesta wî neyînî bû. Xwe ji kurdan dûr digirt.
Carnan pesnê derbeyên leşkerî dida, li dijî tevlîbûna Tirkiyeyê bo YEyê derdiket, berevaniya planên girtiyên rêxistina girêdayî dewleta veşarî (kûr) Ergenekonê dikir. Dema ew jiyana xwe jidest dide, ergenekonî nehatibûn girtin lê planên xwe dimeşandin ku esker dest bidin ser hikûmetê, modela dewleta kemalîst xurt bikin.
Lê gava jê bihata pirsîn xwe wekî sosyalîst, marksîst, komunîst binavdikir. Di salên 1990î de ku kurd dihatin qirrkirin wekî pirraniya ronakbîrên tirk, wî jî dengê xwe dernedixist, kirinên dewletê normal didît.
Bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidest dide.
Hin ji berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Duvar (Dîwar - 1948)
- Sisler Bulvarı (Boulevarda mijê - 1954)
- Yağmur Kaçağı (Firarê şilîbarabê - 1955)
- Ben Sana Mecburum (Neçarê te me - 1960)
- Bela Çiçeği (Kulîlka serqedayê - 1961)
- Yasak Sevişmek (Bihevşabûna qedexe - 1968)
- Tutuklunun Günlüğü (Rojnivîska girtî - 1973)
- Böyle Bir Sevmek (Wiha hezkirinek - 1977)
- Elde Var Hüzün (Di dest de xemgînî ma - 1982)
- Korkunun Krallığı (Keyaniya tirsê - 1987)
- Ayrılık Sevdaya Dahil (Cihêtî tevlî evînê ye - 1993)
- Kimi Sevsem Sensin (Ji kê hez bikim tu yî - 2002)
- Allah`ın Süngüleri-Reis Paşa (Singûyên Xwedê - Reis Paşa (ango Atatürk) - 2002)
- Allah`ın Süngüleri-Gazi Paşa (Singûyên Xwedê - Gazi Paşa (ango Atatürk) - 2006)
- Hangi Atatürk (Kîjan Atatürk? - 1981)
- Sultan Galiyef - Avrasya`da Dolaşan Hayalet (Sultan Galiyev - Pêrewê/xeyaletê li Ewrasyayê diger - 2000)
- Yıldız, Hilâl ve Kalpak (Stêr, heyv û papax - 2004)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |