B (tîp)
B (bixwîne: bê) tîpa duyem a alfabeya kurdî ye. B dengekî konsonant e ku navê wê yê dengnasî ”girteka dulêvî ya bilerz e. Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б (gir) û б (hûr) dihat nivîsîn. [1]
Girdek û hûrdek
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Tîpa girdek: B
- Tîpa hûrdek: b
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Misirî Pr |
Fenîkî bēt |
Yewnanî beta |
Etruscan B |
Roman B |
Runic beorc |
Uncial B |
Insular B |
Blackletter B |
Antiqua B |
Modern Roman B |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran, bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk, bûn, bûstan…” Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û ”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba, bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…” Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwe ne bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman û zaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wan zimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike: - kurdiya başûrî2: waran - hewramî: waran - zazakî: varan - pehlewî: varan - mazenderanî: variş - avestayî: vara- - belûçî: gwariş … Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiya başûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî ”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”… [1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |