Here naverokê

Coga hêkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Coga hêkê an jî coga Falloppio (bi înglîzî: oviduct / Fallopian tube / uterine tube )[1] cotek cog in ji herdu aliyên malzarokê derdikevin û ber bi hêkdankan ve dirêj dibin.

Cogên hêkê di zekekelênê de cih digirin. Cogên hêkê ji herdu aliyên malzarokê, di navbera biniya malzarokê û laşê malzarokê dirêjê derve dibin. Dirêjiya cogên hêkê bi qasî 10 -13 cm e û tîreya wan 0.5 – 1.2 cm e[2].

Coga hêkê ji sê beşan pêk tê: kovik, kûp û îsthmus

Kovik (bi latînî: infundibulum)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cogên hêkê nêzikê hêkdankê ne lê bi hêkdankê ve girêdayî nin in, di navbera hêkdank û coga hêkê de valahiyek heye[3]. Serê serbest a coga hêkê dişibe kovikê. Ji kovikê pêkhateyên mîna tilî ber bi hêkdankê dirêj dibin, evana wekî poxik (bi latînî: fimbriea) tên navkirin. Poxik hêka ji hêkdankê hatiyê berdan digire û ber bi nav coga hêkê araste dike.

Kûp (bi înglîzî: ampulla)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva 'amphora' tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla[4].Beşa naverasta coga hêkê, di serî de fireh e lê her ko ber bi malzarokê dirêj dibe, ziravtir dibe û dişibe kûpê loma ev beş wekî ampulla tê navkirin. Pîtîna hêkê li vir rû dide[5]. Ango sperm ji zêyê heta kûpê ajne dikin ko rastê hêkê werin[1].

Cogên hêkê ji herdu aliyên malzarokê, di navbera biniya malzarokê û laşê malzarokê dirêjê derve dibin.

Di zimanê yewnanî de ji bo pêkhateya zirav a di navbera du pêkhateyên fireh de peyva “isthmos” tê bikaranîn[6].Beşa coga hêkê ji kûpê şûnve heta malzarokê zirav e, ev beşa zirav, wekî isthmus tê navkirin. Dirêjiya isthmusê bi qasî 2cm e.

Dîwarê coga hêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwarê cogên hêkê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve wekî betan tê navkirin. Di vê çînê de bester cih digire. Çîna naverast ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çîna navî ango navpoşê cogên hêkê, bi rûkeşexaneyên kûlkdar dapoşrav e[7].Gava hêk di nav coga hêkê de ye, kûlkên rûkeşexaneyan û masûlkeyên cogê, hêkê ber bi malzarokê pal didin[8].

Erkê coga hêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Coga hêkê ji hêkdankê hêkê digire û bi livîna perîstaltî ya lûsemasûlkeyan û bi kulkên rûkeşexaneyan ber bi malzarokê pal dide[7]. Derdanên coga hêkê, xurek dabîn dike ji bo hêk û sperman. Coga hêkê ji malzarokê sperman digûhêzînê bo hêkê. Ji hêkadankê hêkê digûhezîne bo pîtîna bi spermê ve. Hawirdorek guncav dabîn dike bo pîtîna hêkê û dabeşbûna hêka pîtandî[2].Pîtîna hêkê di nav coga hêkê de rû dide. Hêka pîtandî dest bi dabeşbûnê dike, û bi navbeynkariya kûlk û masûlkeyên cogê, ber bi malzarokê dilive bo çeqînê[7].

Girêdana cogên hêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdana cogên hêkê (bi înglîzî: tubal ligation) yek ji rêbazên rêgirtina ducaniyê ye. Bi vê rêbazê, ji hêkdankê hêk dîsa çêdibe lê ji ber ko rastê sperman nayê, hêk nayê pîtandin û ducanî rû nade. Gellek corên niştergeriya girêdana cogên hêkê heye. Bi gelemperî cogên hêkê tên girêdan bi vî awayê cog dixitime, sperm li alîkî, hêk jî li aliyê din a cogê dimîne û rastê hev nayên. Hin caran jî cogên hêkê tên birrîn û devê cogan tê girêdan. Herwisa dibe ko hin caran jî cogên hêkê bi tevahî ji laş were derxistin[9].

  1. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ a b Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "fallopian tube". Encyclopedia Britannica, 26 May. 2020, [1] Accessed 8 January 2022.
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ “Ampulla.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [2] Accessed 9 Jan. 2022.
  5. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ “Isthmus.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [3]. Accessed 8 Jan. 2022.
  7. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ https://medlineplus.gov/tuballigation.html