Here naverokê

Leyla Güven

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Leyla Guven
Image dans Infobox.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Hakkari (en)
-
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Riha
dp.
Mayor of Viranşehir (d)
Mayor of Küçükdikili (d)
dp.
Jidayikbûn
Navê rastî
Leyla GüvenLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Siyasetmedar, aktîvîsta mafên mirovanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî

Leyla Güven bi kurdî Leyla Guven (jdb. 6ê gulanê 1964an li gundê Kemera) siyasetmedareke kurd e ku li navçeya Canbegê ya parêzgeha Qonyeyê ji dayik bûye. Ji Kurdên Anatoliya Navîn e. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e.

Dibistana seretayî li Kemerayê bi dawî kiriye. Ji heft zarokan a dawîn e. Di nava salên 1980-85ê de li Almanyayê dijî. Bi almanî dizane û du zarokên wê hene.

Sala 1994ê di lijneya birêveberiyê ya HADEPÊ ya parêzgeha Konyayê de cih girtiye. Li heman bajarê serokatiya şaxa jinan a HADEPê kiriye. Sala 2002an di meclîsa partiya DEHAPê de peywirdar bûye. Li Edene û hin navçeyên wê di nava sazî û komeleyên jinan da xebat pêk anîne.

Di sala 2004an de dibe şaredara Küçük Dikili ya Seyhanê. Di 29ê adara 2009ê de bûye şaredara Wêranşarê.

Di 21ê kanûna pêşîn a 2020an de Dadgeha Cezaya Giran ya 9an li Amedê ji ber îdiaya "rêveberiya rêxistana terorî" 22 Sal û 3 Meh cezayê zindanê daye wê.[1]

  1. ^ "Li Tirkîyê Dadgehek li Amedê 22 Sal û 3 Meh Cezayê zindanê li Leyla Guven Birî". VOA. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.