Yewnanên pontî
Έλληνες του Πόντου (Ρωμιοί) | |
---|---|
Gelhe tevahî | |
2.000.000[1] – 2.500.000 | |
Ziman | |
Yewnaniya pontî, rûsî, tirkî û zimanê gurcî | |
Baweriya dînî | |
Xiristiyan, îslam (piranî li Tirkiyê), cihûtî |
Yewnanên pontî (yewnanî: Πόντιοι, ponti) komeke etnîkî ye ku bi kevneşopî li herêma Pontosê, li ser peravên Deryaya Reş û li Çiyayên Pontî ên li bakurê rojhilatê rojhilata Anatolyayê jiyan kirine. Di dîrokên cûrbecûr de gelek yewnanên pontî koçî deverên din ên Bakurê Kurdistanê, Parêzgeha Qersê, Qefqasyayê mezin û koçê Gurcistanê bûne. Di nav pêlên cûrbecûr de di dema dagirkirina Osmanî ya li ser Împeratoriya Trebzonê di sala 1461ê de û Şerê Rûs-Tirkî yên 1828-1829an de koç bûne. Yewnanên ji başûrê Rûsya, Ûkrayna û Krîmê bi gelemperî wekî "pontiyên bakur" têne binavkirin.[1]
Gelekên Pontosê xwedan bav û kalên yewnanî ne û bi zaravayê yewnanî yê pontî diaxivin. Zimanê pontî formek cihêreng a zimanê yewnanî yê standard e ku ji ber dûrbûna Pontosê, ji ya dinyaya yewnanî ya mayî veguherîyek zimanî derbas kiriye. Yewnanên pontî herî kêm ji sala 700 berî zayînê heta nijadkujiya yewnanan û pevguhertina nifûsê bi Tirkiyeyê re ya sala 1923an, li herêma Pontosê (bakur-rojhilatê Tirkiyeya îro), Gurcistan û Herêma Pontosê hebûna wan ên domdar hebûn.[2] Îro piraniya yewnanên pontî li Yewnanistanê dijîn, nemaze li Selanîkê , derdora wê û li Makedonyayê yewnanî dijîn.
Mîtolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî mîtolojiya yewnanî Îason û Argonotan ji bo dîtina Posta Zêrîn bi keştiyê çûne herêma Deryaya Reş. Amazonan, şervanên jin ên di mîtolojiya yewnanî de li Pontosê dijiyan û hindikahiyek jî li Taurica, ku wekî Krîm jî tê zanîn, dijiyan, ku di heman demê de niştecîhek bêhempa ya yewnaniyên pontî ye. Carekê dihat gotin ku taybetmendiyên şerker ên yewnaniyên pontî ji Amazonên Pontosê hatine wergirtin.
Gelhe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Niha ji ber zewacên berfireh (di heman demê de bi yewnaniyên ne-pontî re jî) hejmara rast a yewnaniyên ji Pontos yan î mirovên bi bav û kalên wan ên yewnanî hîn li wir dijîn, nayê zanîn. Piştî sala 1988an, Yewnaniyên pontî yên li Yekîtiya Sovyetê dest bi koçkirina Yewnanistanê kirin û li Atîna û Selanîkê û bi taybetî Yewnana Makedonyayê bi cih bûn. Civatên herî mezin ên grekên pontî (an mirovên bi eslê xwe yewnanî yên pontî ne) li çaraliyê cîhanê ne.
Welat/Herêm | Daneyên fermî | Hejmara pêşbînî | Konsantrasyon | Nîşe |
---|---|---|---|---|
Yewnanistan | 240.695 (1928)[3] | 500.000 (2019)[4] | Atîna , Makedonya , Trakya | Penaberên Yewnanî |
Tirkiye | 4.540 (1965) | 345.000 – 464.530 (1919)[5] | Trebzon, Rize, Sakarya, Ordu, Giresun, Gümüşhane, Stembol | Yewnanî li Tirkiyeyê, Yewnanî misilman |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê | 40.000 (1919)[6] – 200.000 | Illinois, New York, Massachusetts | Grekên Amerîkî | |
Almanya | 100.000 | Grekên li Almanyayê | ||
Rûsya | 97.827 (2002) | 650.000 (1918)[7] | 34.078 li Stavropol Krai 26.54 li Krasnodar Krai |
Grekên li Rûsyayê |
Ûkrayna | 91.548 (2001) | 77.51 li Donetsk Oblast | Grekên li Ûkraynayê (Taurica) | |
Awistralya | 56.000 | Grekên li Awistralyayê | ||
Kanada | 20.000 | Ontario, Quebec | Grekên Kanadî | |
Kîpros | 20.000 | Grekên
Kîprosê | ||
Çekya | less than 3.500; 12.000 (1949–1974) | Grekên Çekyayê | ||
Romanya | 6.472 (2002) | 14.000[8] | Izvoarele (43.82%), Sulina (1.69%), Constanța, Bucharest | Grekên Romanyayê |
Gurcistan | 15.166 (2002) | 7.41 li Kvemo Kartli 3.792 li Tbilisi 2.168 li Adjara |
Grekên Gurcistanê | |
Qazaxistan | 12.703 (2010) | 2.160 li Karagandy
1.767 li Almaty 1.637 li Zhambyl |
Grekên Qazaxistanê | |
Ûzbêkistan | 10.453 (1989) | Grekên Ûzbêkistanê | ||
Ermenistan | 900 (2011)[9] | 2.000 | Grekên Ermenistanê |
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Dufoix, Stéphane (2008). Diasporas. Library Genesis. Berkeley : University of California Press. ISBN 978-0-520-25359-9.
- ^ Wood, Michael (2005). In search of myths & heroes : exploring four epic legends of the world. Internet Archive. Berkely : University of California Press. ISBN 978-0-520-24724-6.
- ^ Standard Languages and Language Standards: Greek, Past and Present, Alexandra Georgakopoulou, Michael Stephen Silk, page 52, 2009
- ^ Bateman, Jessica. "The revival of a second Greek language". www.bbc.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 gulan 2021.
Today, around 500,000 Pontics live in Greece – around 5% of the total population...
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ Greece: The Modern Sequel: from 1821 to the present. John S. Koliopoulos,Thanos Veremis,C Hurst & Co Publishers Ltd (Mai 2007) P. 285
- ^ Konstantinidis K., "Οι Έλληνες του Πόντου" (in English: The Greeks of Pontus), p.195
- ^ Fotiadis K., "Οι Έλληνες της πρώην Σοβιετικής Ένωσης. Η γένεση της διασπορας" (in English: "The Greeks of the former Soviet Union. The origination of the Diaspora"), p.36
- ^ ΓΕΝΙΚΑ ΣΤΟΙΧΕΙΑ ΔΙΑΣΠΟΡΑΣ Girêdana arşîvê 2004-10-12 li ser Wayback Machine, ggae.gr.
- ^ 2011 Armenian Census