Farabî
Farabî, an jî Ebû Nesr Muhemmed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û stêrnasê fars e.
Farabî | |
---|---|
Navê rastî | Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi |
Jidayikbûn | 872 |
Mirin | 950 Şam |
Esil | Fars |
Hevwelatî | Tirkmenistan |
Pîşe | Fîlozof, Stêrnas û Muzîkvan |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Arîstotelês, Platon, Betlemyûs |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Sîna, Kîndî, Îbnî Ruşd, Îbn Bace, Ehmedê Xanî |
biguhêre |
Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Tirkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Muhemmedê kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.
Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet. Digel pir zimanên ku baş bi wan dizanibû; ji suryanî, erebî, farisî û tirkî û baş bi kurdî jî dizanibû.[1]
Berhem û ramanên Farabî
biguhêreFarabî di dema piştî mirina Pêxember Muhemmed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstotelês xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.
Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi taybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstotelês in.
Wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstotelês û Platon" nivîsand. Ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. Wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.
- At-Ta’lim As Sanî wa İhsâu all-Ulûm
- El-Madinat al-Fazila
- As-Siyasah-al Madaniyyah
- Risalah fi Ma'ani all Akl
- Ihsa Al-Ulm Musiki Al-Kabir
- Ketāb al-Musiqā al-Kābir
- Ketâb Fi al-Musiqā
- Al Moodhal Fi al-Musiqā
- Ketâb Ustukesat
- Alm Al-Musiqā
- Ehsa al-Alm
- Ketab Fi al-lhsâ al-Ikâ
- Ketab al-Musiqā
- Ketâb Ad-Advar
- Ketab al-Farab
Çavkanî
biguhêre- ^ Muhammed Ronî El-Meranî, M . (2016). Alfabeya Kurdî Ya Herî Kevn. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 2 (4), 105-125. http://dergipark.gov.tr/buydd/issue/33403/371689 Girêdana arşîvê 2018-11-05 li ser Wayback Machine
Girêdanên derve
biguhêre- Farabî – 870-950 - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-14 li ser Wayback Machine