Pêjgeha kurdî
Pêjgeha kurdî, aşpêjxaneya kurdî, kulîna kurdî, metbexî kurdî, xwarinên kurdî ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.
Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyariyê bûne.
Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.
Li Kurdistanê herwiha suryanî, ereb, terekeme, tirkoman jî dijîn. Dewlemendiya çanda wan a xwarinê jî tevlî ya kurdan bûye. Cure cure xwarinên sebzeyê, bi cure cure nanan tê xwarin. Seleteyên kurdî pirranî ji arûf (xiyar), fringî (bacanê sor), pîvaza heşîn, bexdenûs, kahû û biharbêhnan (biharat) e.
Taştêyên kurdî jî gelek dewlemend in. Hingiv, toraq, cureyên penîran, hêk, zeytûn, fêkî xwarinên bingehîn ên taştêyê ne. Bo vexwarinê jî pirranî çaya reş tê ser destexaneya kurdî.
Trî bûye Trauben, xwînî bûye Wine, Wein, le Vin
biguhêreKurdistan warê rezvaniyê ye. Pirr berê bav-kalên kurdan rezvanî bipêş xistine, ji tiriyê nîmetên cuda cuda hilberîne. Peyva tirî derbasî gelek zimanan, herwekî yên Ewropayê jî bûye. Bi almanî tirî, Trauben e. Ji tiriyê şerab çêkirine, jê re xwînî gotine. Lewra dişibiya xwînê.
Peyva şerab rengdêrek e, di wateyê "ava şor a şêran". Xwînî bi hatine Îskenderê Mezin an pirr berê ve wekî gwînî, wîn, vinum, kvinum derbasî yewnanî û latînî, ji wê jî derbasî zimanên nûjen ên îro yên li ewropa bûye. Bi latînî vinum, bi almanî Wein, bi îngîlîzî wine, fransî vin e ku hemî jî ji peyva kurdî xwînî (wekî xwînê) bingeha xwe digirin.
Bandora xwarinên kurdî gelek e
biguhêreXwarinên kurd bandoreke mezin li xwarinên gelên cîran kirine, gelek cureyê xwarinê herçendî navên wan jî bi kurdî ne, di qada navneteweyî de li ser gelên din tên hejmartin. Sedem, nebûna dem û dezgehên kurdî ye.
Xwarinên kurd ji pêdivî, bandor û xwezaya jiyana wan in. Heger koçerî kiribîn bo mînak nanê sêlê bipêş xistine, lewra bi xwe re gerandina tendûrê dijwar e. Heger cotyar bûne, xwarinên sebze, heger rezvanî kiribin bo mînak pelên (pelgên) tirîyan bikaranîne. Li peravên Deryaya Navîn ku êlên kurdan li wir dijiyan û bi damezrandina komara Tirkiyeyê re ji wir birêkûpêk hatin derxistin, xwarinên deryayî, xwarinên ji goştê masiyan bipêşketibû.
Xwarinên kurd, ermenî, faris, mazenderanî, gilakî, efxan, azerî û qefqasiyan gelek dişibin hevûdu. Herwiha hin cureyên xwarinê ji kurdan derbasê romî (tirk), ereb, yewnanî, laz, terekeme, suryanî û gelên din ên herêmê jî bûne, yan xwarinên wan ketine nav xwarinên kurdî.
Mirov dikare bêje, giraniya xwarinên kurd li se sebze, berhemên şîr, pincarên xwezayî, berhemên hevîrî û goşt in.
Pêjgehên herêmên Kurdistanê
biguhêreDi navbera giraniya aboriyê û xwarek-vexwarekên kurdî de têkiliyeke rasterast heye. Heger li herêmê cotyarî serdest be, hêyavk, selete, xwarinên quşxaneyê rengareng bûne. Heger xwedîkirina ajalên malê pêşketî be, xwarinên ji berhemên şîr, zad, bigoşt zêde bûne. Bazara xurdemeniyan, avhewa, parastina xurdemeniyan, erdnîgarî ûêd bandora xwe li taybetiyên pêjgeha kurd kirine.
Heya bigire şer, komkujî, serhildanan jî rengê xwe dane xwarin-vexwarinên kurdî. Bo mînak di demên şer de xela, koçberî rûdida, mêr dihatin kujtin, jinan nedikarîn di demekê kurt de karên zilamên xwe bikin, heger cotyar bana, erd û zeviyên xwe dihîştin diçûn bajaran. Rewş û awayê aboriyê, alav û teknîkên debareya malê dihatin guhertin.
Pirr dijwar e ku mirov xwarin-vexwarinên kurdî li herêman parve bike. Lewra heya niha ti xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin, nav û têgînên pêjgeha kurd nehatine standardkirin.
- Pêjgeha Amedê, ne tenê parêzgeha Amedê, eyaleta yab herêma Amedê
- Pêjgeha asûrî
- Pêjgeha Behdînanê
- Pêjgeha Botanê
- Pêjgeha Dêrsimê
- Pêjgeha Erdelanê
- Pêjgeha Êzdîxan û Hesîçeyê
- Pêjgeha Hewramanê
- Pêjgeha kurdên Anatoliyaya Navîn
- Pêjgeha mehelmî
- Pêjgeha Metînanê, pêjgeha Metînî
- Pêjgeha Mêrdînê (mirov dikare bixe bin kategoriya pêjgeha asûrî jî, lewra gelek xwarek hevpar in)
- Pêjgeha Tolhildanê
- Pêjgeha Serhed û deşta Rewanê
- Pêjgeha Soran
- Pêjgeha Xerzanê
- Pêjgeha kurdên Xorasanê
- Pêjgeha Wirmê û Kurdistana Sor
Şaxên sereke yên xwarinên kurd
biguhêre- Xwarinên sîr û mastê
- Xwarinên biraştî yan xwarinên rûnbirêşk, tiyan
- Xwarinên bigoşt
- Riz û savar, xwarinên ji birinc û savarê
- Avsîr û tirşik, cureyên şorbeyan û xwarinên quşxaneyê
- Kilor, cureyên kilorê
- Kate, cureyên kateyê
- Koma xwarinên patîle û pîzayê
- Selete
- Şîranî
- Xwarinên hevîrî yên quşxaneyê
- Xwarinên şikevayê yên quşxaneyê
- Masî û mîdye, cureyên xwarinê yên ji berhemên deryayê
- Meze
- Taştê û xurînî, xwarinên malhazirî û sivik, qeretûn, fitûr
- Xwarinên fêkiyan
- Vexwarin
Hin xwarinên kurdî yên navdar
biguhêre- Zirfet
- Gulol
- Şilikî
- Keçika dê
- Ecîn
- Qelandina deqsorê
- Kelandina deqsorê
- Bîco
- Çilîbir
- Şorbehûr
- Parêv
- Xaşxaş kebab, biraşka Rihayê
- Şîvedîz
- Soneberî
- Zîperdasiya bi mayonez
- Deverûn
- Bestenî
- Seleteya kahoyê ya bigoşt
- Dontunî
- Hêyavka çavmarkê
- Leter
- Bêdirav
- Şorbeya gundiyan
- Bîstan, bîstpere
- Kulîçe
- Kilor (cureyên kiloran)
- Pirpara dagirtî
- Kate (cureyên kateyan)
- Kufte (cureyên kufteyan)
- Kutilk (cureyên kutilkan)
- Seleteya bazirganan
- Hebenîsk
- Xingal
- Babaxanûç
- Şorbenîsk
- Şorbehûr, germiya hûrê
- Şirdan
- Devrû
- Mehîr
- Kalek
- Helhel
- Lêvenî, lebeniye
- Hûr
- Meftune
- Qeliya sêlê
- Norîn, serûpêya Filehan
- Gilûlik
- Kifteya Evdîgor an bi kurtî Evdîgor
- Kirdo
- Şorbeya kardiyê, şorbeya şerûdan
- Keledoş
- Sêmûçe
- Tirşik
- Heftbirrî
- Sêmoşe
- Fesalî
- Biryan, biryana Sêrtê
- Boranîk, boranî
- Çavzer
- Çavbelek
- Qirçik
- Girara dew
- Xoşav, xweşav
- Çilbir
- Devşewitî, devşewtî
- Şorbeya zivistanê, şorba zivistankî
- Şorbeya pirparê
- Şorbeya dew
- şorbaşîr
- gewol
- gêrmerûn
- hevrişk
- sîremast
- mehîr
- soxirme
- serpê
- jajî
- kilor
- qelî
Elqisse, bi şewketa xwe ew Mîr Kêşa wî bi meclîsa xwe (deste)xanek Qursê Meh û Mîhrê asîmanî Ev lengeriyêd î zîv û zêrîn Her sehnê mezin mîsalê bircek Her tebsî û kaseyêd î fexfûr Cedî û Hemelê di asîmanî Her kase û tebsiyêd yek enbar |
Enwayê teamê çerp û şîrîn Van meşrebe û eyaxê çînî Seyyare sifet bi geşt û seyran Narinc û turunc û nar û leymû Fanîz û nebat û qend û şeker Hindan dikirin meîde, xaze Mecmer geriyan bi ûd û enber — Ehmedê Xanî
|
Binêrin
biguhêreÇavkanî
biguhêre- Cemşîd Bender, Kürt mutfak kültürü ve Kürt yemekleri (Çanda pêjgeha kurd û xwarekên kurdî), Berfîn, 2003, Stenbol. ISBN 975-6680-34-2. (bi zimanê romî)
- Mirella Galletti û Fuad Rahman, Kürt yemek kültürü (Çanda xwarinên kurdî), Avesta, 2010, ISBN 978-605-5585-04-4. (bi zimanê romî)
- Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, weşanên Deng, Stockholm, 1995