Şirnex: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 31: | Rêz 31: | ||
| koordînat = {{Koord|37|31|11|N|42|27|34|E|display=inline, title}} |
| koordînat = {{Koord|37|31|11|N|42|27|34|E|display=inline, title}} |
||
}} |
}} |
||
'''Şirnex''' yek bajarên [[Bakurê Kurdistanê]] ye û navenda rêveberiya [[Şirnex (parêzgeh)|parêzgeha Şirnexê]] ye. Li gorî daneyên sala 2023an de nifûsa bajêr 75.932 kes e. |
|||
'''Şirnex''' bajarekî li [[bakurê Kurdistanê]] li [[Botan]]ê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî [[Şirnex (parêzgeh)|parêzgeha Şirnexê]] ye. Wate ya wî navê "Bajarê [[Nûh]]" e <ref>{{Jêder |sernav=kerkuk-kurdistan.com |url=http://www.kerkuk-kurdistan.com/nivisarek.asp?ser=4&cep=2&nnimre=3985 |tarîxa-gihiştinê=2007-03-25 |tarîxa-arşîvê=2007-04-25 |urlya-arşîvê=https://web.archive.org/web/20070425085252/http://www.kerkuk-kurdistan.com/nivisarek.asp?ser=4&cep=2&nnimre=3985 |rewşa-urlyê=mirî }}</ref>. Bajarê Şirnexê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirk bi temamî hatiye rûxandin. |
|||
Bajarê Şirnexê di çarçoveya Plana Têkbirinê ku polîtîkayeke têkbirina siyasî û çandî ya kurd ên li Bakurê Kurdistanê ku di sala 2015an de ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye di şerê di navbera hêzên YPSê û dewleta tirk de ji aliyê dewleta tirk ve bi temamî hatiye rûxandin. |
|||
== Nav == |
== Nav == |
Guhartoya 17:02, 6 çiriya pêşîn 2024
Şirnex | |
---|---|
Bajar | |
Şırnak | |
Koordînat: 37°31′11″Bk 42°27′34″Rh / 37.51972°Bk 42.45944°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Serbajar | Şirnex |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 14 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.864 km2 (720 sq mi) |
Bilindahî | 1.385 m (4544 ft) |
Nifûs (2013) | 87.187[1] |
• Berbelavî | 44,5/km2 (115/sq mi) |
• Serbajar (2013) | 87.187 |
Koda postayê | 73000 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Şirnex yek bajarên Bakurê Kurdistanê ye û navenda rêveberiya parêzgeha Şirnexê ye. Li gorî daneyên sala 2023an de nifûsa bajêr 75.932 kes e.
Bajarê Şirnexê di çarçoveya Plana Têkbirinê ku polîtîkayeke têkbirina siyasî û çandî ya kurd ên li Bakurê Kurdistanê ku di sala 2015an de ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye di şerê di navbera hêzên YPSê û dewleta tirk de ji aliyê dewleta tirk ve bi temamî hatiye rûxandin.
Nav
Di ser wateya navê Şirnex de fikrên cuda hene. Gora fikrê ku xelk bawer dike, navê Şirnex ji Şehr-î Nûh (bi erebî: Bajarê Nûh) tê.[2] Gora fikrê din, navê eşîrek bûye navê bajar jî.[3]
Dîrok
Şirnex xwedî rabirdûyeke dîrokî ya pir kevn e. Li gorî geroknameya Ewliya Çelebî ku di sedsala 17an de hatiye nivîsandin û di derbarê bajêr de vegotinên dîrokî derbas dibe ku li gorî vegotinê dîroka bajêr vedigere beriya Tofana Nûh. Li gorî van gotinan dema ku Cizîr piştî tofanê cara duyem ji aliyê Nûh û kurên wî ve hatiye avakirin, bajarê Şirnex jî ji bo parastina ji germa Cizîrê wekê havîngeh û zozan hatiye bikar anîn.
Tê texmîn kirin cihê ku di nivîsa qiralê asûrî Tîglath-Pileser I (1100 b.z.) û Sareisa li Strabon (17 p.z.) wekê Şerîşa/Şerişa derbas bûye Şirnex e.[4] Li gorî gelek vegotinan navê barê ya bajêr Şerî Nûh e ku li gorî mîtolojiyan bajêr piştê Tofana Nûh ji aliyê Nûh ve hatiye avakirin. Beriya damezrandina Parêzgeha Şirnexê bajêr bi Cizîrê ve girêdayî bû. Di 23ê tîrmeha sala 1914an de bûye navçeyeke bi ser parêzgeha Sêrtê ve.[5] Di 16ê gulana sala 1990an de Parêzgeha Şirnexê hatiye avakirin û bajêr dibe bajarê îdarî ya parêzgehê.
Kronolojiya bajêr
Berî Zayînê:
- 3000- 1300 dema Huriyan
- 1300 - 800 dema Naîriyan
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
Piştî Zayînê:
- 641- 700 dema Ereban
- 927 dema Bîzansiyan
- 1107 dema Selçukiyan
- 1231 dema Moxolan
- 1514 dema Osmaniyan
Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Colemêrgê ve, li bakur bi Sêrtê ve, li başûr bi Dêrika bin xetê û Zaxo ve li rojava jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
Taybetiyên çanda erda bajêr
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botan genim, kuncî, genimê şamî û pambû te çandin. Li Şirnex bi xwe nîsk û tûtin cihê giring in. Her wusa fêkiyên wek sêv, hinar, hêjîr, gûz, tirî, hirmî, qeysî û xox qasi têra hêremê tê çandin û li gundên ser qonaxa çîyayê Cûdî zeytûn jî tê çandin.
Avhewa
Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Gabar (2.838 m), Cûdî (2.114 m), Mirgomar (1.807.m), Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, gelîyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, gelîyê Botan û hwd.,kelê mêmo(qilaban,1924
Deştên Silopî û Cizîrê
Di navbera Silopî, Cizîr û Dêrika bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.
Çem û gol
Botan, Dîcle û Xabûr çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.
Babetên ajalan
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in: pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.
Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)
- Şirnex (Şırnak), 87.187
- Elkê (Beytüşebap), 17.425
- Cizîra Botan (Cizre), 129.578
- Basê (Güçlükonak), 11.692
- Hezex (İdil), 72.379
- Silopiya an jî Silopî , 117.665
- Qilaban (Uludere), 39.329
Tevahiya sermijarî herêmê (tevî gundan) 475.255 e.
Bajarok
Aborî
Dewlemendiya binerdê
Li herêmê sereke dewlemendiya bin erd Komure. Wusa kû, komura ji derdora sêrgirê li başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya hereme giş diki. Weke din nişanen neft, (petrol) hebi ji, ji aloziya li Kurdistan hêzên ser dest naxwazin û nahêlin lêgerin u derxistina dewlemendiyên bin erdiyen heremê çê bibe.
Ciyên turîstîk, tarixî û gerê
Li Cizîra Botan tirba Mem û Zînê, Medresa Sor taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin
Çand û huner
Ol û civak
Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.
Xwarinên herêmê
Keşkek, penîr û Sîrik xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarinên germ ên tam xweş jî ji bîr neke. Ser u pê, gutilk, serbidew, suryaz xwarnen herêmê ye cihegiringin.
Kincên heremê
Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.
Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.
Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.
Şer û wêranbûna Şirnexê, 2016
Di 13ê adara 2016an de li Şirnaxê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û dorpêç û êrîşên li dijî Şirnexê dest pê kirin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirkî piştî 246 rojan taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Bahçelîevler bi temamî wêran dikin[6].
Navdarên Bajêr
Çavkanî
- ^ tuik, 2008, ji orîjînalê di 17 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010
- ^ Parêzgariya Şirnex. "Dîrok" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 20 hezîran 2022 de hat arşîvkirin.
- ^ Ensîklopediya Îslamê ya TDV. "Şirnex" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 22 tebax 2021 de hat arşîvkirin.
- ^ "Şırnak yerleşimleri". web.archive.org. 27 nîsan 2022. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Tarih ve Coğrafyası". web.archive.org. 16 sibat 2022. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2016
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)