Here naverokê

Riha

Riha
Bajarê mezin
Şanlıurfa
Bajarê Rihayê
Riha li ser nexşeya Riha nîşan dide
Riha
Riha
Riha li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Riha
Riha
Koordînat: 37°10′2″Bk 38°47′45″Rh / 37.16722°Bk 38.79583°Rh / 37.16722; 38.79583
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarRiha
Hejmara bajarokan5 bajarok
Hejmara gundan328 gund
Qada rûerdê
 • Giştî3.669 km2 (1417 sq mi)
Bilindahî
530 m (1740 ft)
Nifûs
 (2020)
2.115.256[1]
 • Serbajar
 (2015)
1.100.000
Koda postayê
63xxx
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Riha (bi tirkî: Şanlıurfa) bajêr ji serdema helenîstîk heya serdema xiristiyaniyê wekî Edessa hatiye zanîn bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku navenda rêveberiya parêzgeha Rihayê ye. Bajarê Rihayê bi qasî 80 kîlomêtre li rojhilatê Çemê Firatê û li ser deşteke berfireh hatiye avakirin.

Nêzîkî 12 kîlomêtre li bakurê rojhilatê bajêr cihê neolîtîk a navdar Girê Mirazan cih digire ku Girê Mirazan perestgeha herî kevnê naskirî ya cîhanê ye û di hezarsala 10ê berî zayînê de hatiye damezrandin. Dever beşek ji toreke ji niştecihên yekem ên mirovî ye ku şoreşa çandiniyê lê pêk hatiye.

Mirovê Rihayê (9000 salê berê zayînê) li Muzexaneya Rihayê.
Perestgeha Girê Mirazan, (8000 berê zayînê) gundê Xirabreşkê, Riha.

Li bajêr du cihên neolîtîkên wekê Newala Çorî û Girê Mirazan heye ku dîroka wan ji sedsala 10ê b.z. ve vedigere. Niştecihbûnên li herêmê li dora 9000 berî zayînê wekî şûnwarên neolîtîk ên Neolîtîka A ya berî Cervaniyê li nêzîkî Hewza Îbrahîm (Gola Masiyan) derketiye holê.

Di van salên dawî de bi lêgerînên arkeolojîk ên ku li Rihayê hatiye kirin qadên arkeolojîk li pey hev hatine dîtin ku di derbarê dîroka mirovahiyê de agahiyên girîng hatine bidestxistin. Peykerê pêşdîrokî yê bi awayê mirovan a bi navê Mirovê Rihayê ku di encama lêgerîna ku di sala 1993an de li navenda bajêr, li bakurê Gola Masiyan a îro hatiye kirin, hate dîtin ku digihe dîroka rûniştina mirovan a li navenda bajarê Rihayê berî zayînê ku dîroka peykerê ji serdema neolîtîkê ji 9500 salê berê zayînê vedigere.

Di lêkolînên ku di sala 1997an de li Girê Mirazan ku bi qasî 22 kîlomêtre li bakurê rojhilatê navenda bajarê Rihayê ye, di kolandinan de hatiye bidestxistin ku yek ji perestgehên herî kevn ên mirovahiyê ye. Fîgurên mirovan, dest û mil, ajalên cûrbecûr û sembolên razber li ser kevirên bilind ên çikandî ku li hember hev hatine danîn, bi awayeke relyef an neqş hatine xêzkirin.

Tê fikirîn ku ev kompozîsyon çîrok, vegotinek yan jî peyamekê rave dike. Girê Mirazan wekî navendek çandê tê pênase kirin, ne cihê runiştgehek. Tê texmînkirin ku ev perestgeh ji aliyê komên nêçîrvan ên dawîn ên ku nêzîkî çandinî û sewalkariyê bûne hatine çêkirin. Girê Mirazan ji bo komên nêçîrvan-berhevkar ên li derdorê ku xwedî pergaleke bawerî ya pir pêşketî û kûr bûne navendek çandî ya girîng bûye. Di derbarê Girê Mirazan de îdiakirin ku bikaranîna herî pêşîn a herêmê ye ku diroka perestgehê vedigere Qonaxa A ya Serdema Neolîtîk a Berî Dîzkariyê (9600-7300 b.z.) yan jî herî kêm vedigere 11600 salên beriya niha. Tê texmînkirin ku bikaranîna Girê Mirazan wekî navendeke baweriyê heya berî zayînê li dor 8 hezar salê berdewam kiriye û piştî vê serdemê hatiye terikandin ku ji bo armancên din an jî ji bo armancên baweriyê nehatiye bikaranîn.[2][3]

Îro navçeya Heranê ku 45 kîlomêtre dûrî bajêr e lewheyên ku bi tîpên bizmarî hatine nivîsandin û dîroka wan ji 2000 salê b.z. vedigere hatine dîtin. Di nav van lewheyan de belgeyek heye ku diyar dike ku li Harranê di Perestgeha Sîn de peymanek hatiye çêkirin. Mezopotamya yek ji navendên herî girîng ên baweriya pagan bû ku li wir perestgehên xwedayê heyvê Sin û xwedayê rojê Utu hebûn. Peymana ku di navbera hîtîtî û mîtanniyan de di nîveka hezarsala 2ê berî zayînê de li Herranê hatiye çêkirin, xwedawendê heyvê Sîn û xwedawendê rojê Utu wekî şahid hatine nîşandan. Piştî vê yekê, Herran di lewheyên Babîl, Hîtît û Suryaniyan de gelek caran derbas bûye. Li gorî tabletên suryanî, hûrî û mîtanî ev herêm beriya zayînê di sala 2000an de cihê ku lê bi cih bûne bûye. Niştecihbûna aramî ku bav û kalên asûriyan e li herêmê hevdem e bi serdema ku piştî sedsala 11an a berî zayînê ji Mezopotamyayê koçî ber bi bakur ve dibin û li seranserê herdu peravên Firatê dewleta Bit-Adînî ava dikin. Harran di sala 857an a berî zayînê de bi Împeratoriya Asûriyan ve hatiye girêdan.

Di sala 722 berî zayînê de qiralê asûrî Sargon II dewleta Îsraîlê dagir dike û cihûya sirgûnî Mezopotamya û Herranê dike ku herêm cara yekem bi civaka cihû re hevdîtinan pêk tîne. Di encama vê bûyera ku bi navê Sirgûniya Babîlê derbasî dîrokê bûye li bajarên Mezopotamyayê koloniyên cihûyan hatine avakirin.

Piştî girtina Nînovayê, paytexta Împeratoriya Asûriyan, bi hevkariya Med û Kildaniyan di sala 609 berî zayînê de, padîşahê dawî yê asûriyan . Asur-Uballit II xwe spartiye Keleha Harranê Împeratoriya Asûriyan sê salên din jî li wir berdewam dike. Di sala 612ê berî zayînê de Împeratoriya Asûrî bi temamî hatiye rûxandin û Harran di dikeve bin serweriya Med û Kildaniyan.

Di sala 539ê berî zayînê de ji ber ku farisan serweriya keldaniyan bi dawî kirin û Împeratoriya Babîlan ji holê rakir, Herran dikeve destê Persan. Cihûyên ku di sala 722 berî zayînê li Mezopotamyayê bi cih dibin şahê persan Daryûs I sirgûnkirina cihûyan bi dawî dike û destûr dide ku vegerin welatê xwe lê hinek cihû li Mezopotamya û li Herranê dimînin.

Serdema Romayiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Abgarê Mezin piştê ku di sala 212an de dimire û Abgar IX ku jê re Severusa Romayê (wekî nîşana bandora Romayê) dihate gotin, ji bo desthilatdariyê dikeve cihê wî. Abgar IX tenê salekê padîşah dike û di 213an de împarator Caracalla gaziyê wî yê Romayê dike wî li wir dikuje. Di sala 214an de Caracalla Edessa koloniyek Romayê diyar dike û bi fermî xweseriya bajêr bi dawî dike. Kurê Abgar IX ku bi navê Ma'nu IX dihat zanîn, dixuye ku heya sala 240an padîşahî kiriye. Diyar e ku padîşah di demekê monarşiyê de vegeriyaye ser desthilatdariyê û tê dîtin ku Abgar IX heya sala 248an dema ku împerator Filîposê Ereb piştî serhildana Edessa wî sirgûn kiriye padîşah bû.[4]

Di sala 260an de împeratorê sasanî Şepûr I di şerê Edessa de romayiyan têk bir û împerator dîl digire.[5] Lêbelê dibe ku Şepûr bi rastî tu carî bajar negirtiye an jî wî ew ji bo demek pir kin girtiye - ew di nav bajarên ku wî di nivîsa xwe ya li ser Ka'ba-ye Zertoşt de girtiye de nehatiye diyar kirin û di paşiya şer de neçar dimîne ku bertîl bide garnîzona Edessayê ku leşkerê wî bê asteng derbas bibe.[5]

Di encama ji nû ve organîzekirina împeratoriyê ya Diocletian de di sala 293an de li Edessa kargehek dewletê hatiye avakirin ku ji bo leşkerên ku li ser sinor bi cih bûne çek û alavan çêbike.[5] Di sala 298an de, piştî serkeftina Galerius Maximianus li hemberê sasaniyan, Edessa dibe paytexta parêzgeha nû yê Osrhoeneyê. Her çend di sîstema wan de piştî Nîsîbîsê di rêza duyem de be jî lê lîmîsên Mezopotamyayê (sîstema diyarkirin sinorê romayiyan) wekî baregehên leşkerî bû.[5]

Serdema dereng a kevnar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsalên 4 û 6ê p.z. de Edessa di serdema xwe ya herî aramî derbas dike. Bajêr dîsa dibe navendek bazirganî ya girîng û bazirgan li ser bazirganiya tiştên luks ên ku ji rojhilat tên nemaze ji ber bazirganiya hevrîşimê dewlemend dibin. Mîna demên paşerojê li bajêr meclîsek ji hemwelatiyên navdar hebû ku bi kêmî ve beşek berpirsiyarê hikûmet û rêveberiya herêmî bûn. Di sedsala 5em de li Edessa sê dibistanên bawerî yên cuda hebûn ku di nav de dibistana suryaniyan (girêdayî Patrîkxaneya Antakyayê) û dibistana navdar a farisan (ku mamosteyên dibistanê ne faris bûn lê endamên Dêra Rojhilat bûn). Di sala 489an de dibistana farisan hatiye girtin û xebatkarên dibistanê dişînin Nisibisê. Di vê serdemê de li bajêr gelek dêr û li herêmê manastir hebûn. Li derveyî dîwarên bajêr gelek nexweşxane û navendên dermankirinan hebûn.[6]

Dema ku împeratorê romê Jovian di sala 363 de Nîsîbîsê radestê sasaniyan dike pêleke penaberan hatiye Edessa ku di nav wan de gelek xiristiyan jî hebûn. Yek ji van penaberan nivîskar û teolog Efremê Suryanî bû ku hev-avakarê Dibistana Farisan a li Edessayê bû. Li gorî T.A. Sinclair her ku xirîstiyanî li Edessa zêdetir hebûna xwe bi dest dixin paganên gerestêrkperest her ku diçe koçê Herranê dibin.[6]

Di destpêka sedsala 6an de golek piçûk li aliyê rojavayê bajêr çêdibe.[5] Di sala 525an de ji ber lehîyê beşek ji dîwarê rojavayê bajêr ji ber lehîyê tê hilweşandin bajêr hinek zirar dibîne.[5] Piştre li aliyê bakur û rojhilatê bajêr xendek kûr hatine kolandin ku weke qenala lehiyê bimîne. Di hewaya normal de, bendaveke nizm ê Çemê Daysan di rêça xwe de dihêlê lê ger bendav bi ser bikeve, ew dem ava lehiyê bi vê qenala çêkirî di nav bajêr re diherike. Bi demê re ev qenala çêkirî dibe rêça normal ya çem.[6]

Edessa di sala 544an de di dema dorpêçkirinê de bi awayeke serkevtî xilas dibe.[5] Lê di sala 609an de, împeratorê sasanî Xosrow II di dema berfirehkirina xwe ya li Mezopotamyayê de Edessayê digire.[5] Gelek monofizîtên bajêr sirgûnî Îranê têne kirin. Careke din dîsa di sala 628an de împeratorê bîzansê Herakleyos Edessayê distîne.[5]

Çîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê kevin yê bajêr Edessa ye, ji serdema helenîstî. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Împeratoriya Seleukî maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos I Nikator ve li bajêr hatiye danîn. Di dema qiralê Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke şun ve navê wî hatiye jibîrkirin. Padîşahê seleukî Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kir ("Antîoxeia", bi yewnaniya kevn: Ἀντιόχεια, lat. Antiókheia), lê ev nav piştî mirina wî hate ji bîr kirin.

Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê suryanî ji peyva Orha yan Orihaî tê,[çavkanî hewce ye] bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê.[çavkanî hewce ye] Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva ve girê didin.[çavkanî hewce ye]

Piştre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê kurdan ve Riha tê zanîn.

Kronolojiya bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn) b.z.

Piştî Îsa (zayîn) p.z.

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.

Ciyên dîrokî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Xelîlu'r-Rehman (Khalil al-Rahman) jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û werzişên ser avê ciyek mûsaîd e.

Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.

Bajar di nav parelelên 36° 40 û 38° 02 bakur û merîdyenên 37° 50 û 40° 12 rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.

Çiyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne:

Deşt, zozan, gelî û ajal

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn.

Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan.

Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye.

Navên deştên Rihayê wiha ne:

  • Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye.
  • Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.
  • Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.
  • Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e.

Ajalên herî balkêş ên ku xwe di deştan de vedişêrin ev in:

Herwiha, navên ajalên din ên taybet:

Gola Xelîl el-Rehmen, Riha
  • Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Rihayê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr şaxên Feradê ne û di herêmê ve diherikin.
  • Gola Masiyan, Riha; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Xelîl el-Rehmen e. Mehsiyên hundirê golê pîroz in û ji alî gel ve nayin girtin.
  • Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.
  • Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.
  • Gola Bendava Ataturk

Serwetên bin erdê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

Bajerê Riha yê wek Bajarê Pêxamberan tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji bihûştê ên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê Misilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, Ereb û Tirk piranî ya serjimarê diafirandin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Têkiliyeke mezin nîşanî bezirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir bîryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir bervêdan pêk nehatiye.

Xwarinên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in

Aqît (reçela îsotê sor)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rihayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin.

Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje 'Li Rihayê îsot êmzika bebikan e'! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn.

Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1 kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş.

Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor - an bi navê xwe yê otantîk 'aqît' - ji bo pêjgehê amade ye û kare wek 'etûr an jî sos bê xwarin.

Kincên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.

Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.

Li Riha balafirgehek heye û navê wê Balafirgeha GAP'ê ye.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
# Kes Pîşe
1 Abdullah Öcalan Siyasetmedar
2 Ferhat Göçer Stranbêj
3 İbrahim Tatlıses Hunermend
4 Mahmut Tuncer Hunermend
5 Murat Karayılan Fermandar
6 Müslüm Gürses Hunermend
7 Nabî Hunermend
8 Qazanci Bedîh
9 Şivan Perwer Hunermend
10 Yılmaz Güney Lîstikvan

[7]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ "All Posts". World Monuments Fund (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 îlon 2024.
  3. ^ "The Archaeological Site of Göbeklitepe - UNESCO World Heritage Centre". web.archive.org. 31 adar 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 adar 2018. Roja gihiştinê 9 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Ball, Warwick (4 kanûna paşîn 2002). Rome in the East: The Transformation of an Empire (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-82386-4.
  5. ^ a b c d e f g h i Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Edessa, Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 îlon 2024.
  6. ^ a b c Sinclair, T. A. (31 kanûna pêşîn 1990). Eastern Turkey: An Architectural and Archaeological Survey, Volume IV (bi îngilîzî). Pindar Press. ISBN 978-1-904597-79-7.
  7. ^ http://www.urfakultur.gov.tr/TR,63053/taninmis-unluler.html