Here naverokê

Şablon:GH/2024/32

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Menzereyeke Çemê Nîlê li Kahîreyê
Menzereyeke Çemê Nîlê li Kahîreyê

Çemê Nilê duyemîn çemê herî dirêj ê cîhanê ye ku dirêjiya seranserê çemê 6.650 kîlometre ye. Çem ji başûr ber bi bakur ve diherike û sê milên wî yên bi navên Nîla Spî, Nîla Şîn û Atbera heye. Nîl, çemê herî dirêj ê Parzemîna Afrîkayê ye ku di dîrokê de wekî çemê herî dirêj ê cîhanê hatiye binavkirin. Her çend ev ji hêla lêkolînê ve bi nakokî be jî tê pêşbînîkirin ku Çemê Amazonê hinek ji Nîlê dirêjtir e. Çemê Nîlê bi pîvana metrekup a ku salane diherike, di nav çemên herî mezin ên cîhanê de çema herî kême ku diherike. Nîl bi dirêjahiya 6.650 kîlometreyê di nav erdê yanzdeh welatên wekî Tanzanya, Ûganda, Rwanda, Burundî, Komara Demokratîk a Kongo, Kenya, Etiyopya, Erître, Sûdana Başûr, Komara Sûdan û di nav erdê Misirê ve derbas dibe. Yek ji çavkaniyên Nîlê ya herî dûr, li Herêma Golên Afrîkaya Rojhilat a li Bûrûndiyê ye û bi navê Nîla Kagera dest pê dike. (zêdetir...)