Barış Atay
Barış Atay | |
---|---|
Navê rastî | Barış Atay Mengüllüoğlu |
Jidayikbûn | 22ê îlona 1981ê (43 salî) |
Esil | Ereb |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Zanîngeha Yedi Tepeyê, Zanîngeha Kadir Hasê |
Pîşe | Siyasetmedar, lîstikvan |
Meqam | |
Partiya Siyasî |
|
Hevjîn | Beste Sultan Kasapoğulları (zw. 2013) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Barış Atay Mengüllüoğlu yan jî navê ku pê hatiye naskirin Barış Atay, (jdb. 22ê îlona 1981ê li bajarê Wilhelmshaven, Almanyaya Rojava) siyasetmedar û lîstikvanekî tirk ê ku bi eslê xwe ereb e û di sala 2018an wek parlementerê bajarê Xetayê hatiye hilbijartin.[1][2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Barış Atay Mengüllüoğlu, di sala 1981ê de li Almanyayê ji dayik bûye û heta sala 1999an li navçeya Mengüllü ya Xetayê jiyan kiriye. Li Beşa Biyolojî ta Zanîngeha Çukurovayê de dest bi xwendina lîsansê kir, lê ji ber meraqa şanoyê û jêhatiya xwe yê şanoyê, di sala dawî ya xwendina xwe de, dev ji xwendina xwe berdaye. Piştre diçe bajarê Stenbolê û dest bi xwendina Beşa Şanoyê ya Zanîngeha Yedîtepeyê de dike û beşa şanoyê ya vê zanîngehê diqedîne. Di sala 2011ê de li Zanîngeha Kadir Hasê di beşa Sînema-TVyê de dest bi masterê kir.[2]
Kariyera hûnerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bariş Atay Mengüllüoğlu di destpêkê de di rêzefîlma Hacı ve Şöhret de lîstiye. Di fîlmên wekî Kavuk û Zincirbozan de rol wergirtiye. Wî bi karakterê Saffet ku di rêzefîlma bi tirkî ya Arka Sıradakiler de lîstiye, bal kişandiye.
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bariş Atay di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan ji bo hilbijartinên giştî yên sala 2018an a Tirkiyeyê bû namzetê parlamenteriyê.[3] Li gorî encamên hilbijartina 24ê hezîrana sala 2018an wekî parlamenterê Xetayê hat hilbijartin.[4] Di 11ê çiriya pêşîn a sala 2018an de bi Erkan Baş re ku serok û damezrînerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê ye, tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê bûn.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "'Barış Atay, Arap Alevileri için doğru bir karar'". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
- ^ a b "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Erkan Baş ve Barış Atay HDP'den aday oldu". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Kenan Sofuoğlu, Barış Atay, Alpay Özalan ve Saffet Sancaklı milletvekili seçildi mi?". www.haberturk.com (bi tirkî). 25 hezîran 2018. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Meclis'teki parti sayısı 9'a çıktı". www.haberturk.com (bi tirkî). 11 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.