Here naverokê

Edhem Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Edhem Barzanî
Edhem Barzanî
Jiyan
Jidayikbûn16ê nîsana 1962an (62 salî)
Hewlêr
HevwelatîHikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq
NeteweKurd
Partiya siyasîSerbixwe
Partiyên siyasî
yên din
HŞK (1988-2004)
PDK (2004-2014)
Dê û bav
  • Osman Barzanî (bav)
PîşePêşmerge, siyasetmedar
biguhêreBelge

Edhem Osman Ehmed Barzanî (bi soranî: ئەدهەم عوسمان ئەحمەد بارزانی) siyasetmedarekî kurd e.

Edhem Barzanî di 16ê nîsana sala 1962an de li cem Osman Barzanî kurê Şêx Ehmedê Barzanî hatiye dinyayê. Wî di sala 1988 de dest bi kariyera xwe ya siyasî bi damezrandina Hizbullaha Şoreşgera Kurd kir. Wek partiyên din ên Kurdên Başûrê, grûpê jî ji Îranê li dijî Sedam Huseyn pere distand. Hizbullaha Şoreşgera Kurd di sala 2004an de hatiye hilweşandin û piştî wê Edhem Barzanî tevî xizmên xwe yên mayî tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye.[1][2][3] Di sala 2011an de aloziyên di navbera wî û PDKê de dest pê kir, piştî ku wî îdia kir ku eger Mesûd Barzanî bixwaze pêbaweriya xwe biparêze pêwîstiya wî bi reforman heye.[4] Di sala 2014’an de ji PDK’ê derket û ji hemû wezîfeyên xwe yên hikûmetê îstifa kir.[3] Di adara 2015an de piştî rexnekirina Mesûd Barzanî û PDK’ê daxwaza xwe ya avakirina tevgereke siyasî ya nû anî ziman.[5] Wî têkiliyên nêzîk di navbera PDKê û Tirkiyê de rexne kir û li dijî hebûna Tirkiyeyê li Kurdistana Başûr bû.[6] Wî gelek caran daxwaz ji PDKê kir ku çalakvan û rojnamevanên girtî yên Herêma Kurdistanê azad bike.[7] Wî amaje bi destwerdana Tirkiyê li Kurdistana Başûr kir û got: "herdem ku Tirkiyê perçeyek ji xakê dagir kiribe, tu carî jê derneketiye" û daxwaz ji Tirkiyeyê dike ku nakokiyên xwe ligel PKKê di nav sinorên Tirkiyê de bihêle.[8] Di gulana 2021 de, wî nameyek ji Hemas re şand, ku tê de piştgiriya xwe ji wan re li dijî Israêlê diyar kir.[9]

Têkiliyên wî bi Hüseyin Velioğlu re hebûn û di sala 1999an de ji bo perwerdehiyê li bajarê Soran, mêvandariya Velioğlu kir.[10] Di hezîrana 2019’an de, İshak Sağlam, serokê Partiya Doza Azad, hat serdana wî.[11]

Di dawiyê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbas bûna wî yê Hewlêrê hatiye qedexekirin.[12] Di tîrmeha sala 2024an de Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ya ser bi PDKê der barê Edhem Barzanî de biryara girtinê dide.[13]

  1. ^ Kurdistan Revolutionary Hizballah Retrieved 2017-08-16.
  2. ^ "Iraqi Political Groups". Radio Free Europe/Radio Liberty. Ji orîjînalê di 14 adar 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 adar 2007.
  3. ^ a b "Massoud Barzani's cousin Adham Barzani resigns from KDP leading council: Iraqi Kurdistan". ekurd.net. Ji orîjînalê di 15 adar 2014 de hat arşîvkirin.
  4. ^ "Barzani's KDP will lose credibility without reform: Senior KDP official Adham Barzani". ekurd.net. Ji orîjînalê di 14 gulan 2015 de hat arşîvkirin.
  5. ^ "Adham Barzani to establish a new political movement in Iraqi Kurdistan". 28 îlon 2015. Ji orîjînalê di 2 sibat 2016 de hat arşîvkirin.
  6. ^ هەواڵەکان, رۆژنیوز-ناوەندی (21 gulan 2022). "ئەدهەم بارزانی: بۆردوومانەکانی دەوڵەتی تورک ڕسوا دەکەین -". Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin.
  7. ^ "Senior KDP official calls for release of detained journalists, activists". www.rudaw.net. Ji orîjînalê di 2 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2024.
  8. ^ "Whenever Turkey has occupied a piece of territory, it has never withdrawn from it: Adham Barzani". Kurd Net - Ekurd.net Daily News (bi îngilîziya amerîkî). 30 gulan 2021. Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2024.
  9. ^ "What is happening in Palestine today is a clear violation of the legal rights of this nation". nournews. Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin.
  10. ^ "Hizbullah Irak'ta eğitildi". Milliyet (bi tirkî). 3 nîsan 1999. Ji orîjînalê di 23 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  11. ^ "HUDA PAR President Sağlam visits Sheikh Ethem Barzani - [İLKHA] Ilke News Agency". ilkha.com. Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin.
  12. ^ "ئەدهەم بارزانی: دوو ساڵە سەرۆکی پارتی ڕێگە نادات بگەڕێمەوە زێدی خۆم - كوردستان". rojnews. 5 hezîran 2024. Ji orîjînalê di 5 hezîran 2024 de hat arşîvkirin.
  13. ^ "Intra-clan tensions exposed as Erbil issues arrest warrant for former KDP figure". Medya News (bi îngilîziya brîtanî). 16 tîrmeh 2024. Ji orîjînalê di 16 tîrmeh 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2024.