Languedoc-Roussillon
Languedoc-Roussillon | |
---|---|
Languedoc-Roussillon | |
Languedoc-Roussillon li ser nexşeyê | |
Koordînat: 43°40′0″Bk 3°10′0″Rh / 43.66667°Bk 3.16667°Rh | |
Dewlet | Fransa |
Dema avabûnê | 4 hezîran 1960 |
Merkeza îdarî | |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 23376 km2 (9026 sq mi) |
Nifûs | 2.729.721 (2013) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Languedoc-Roussillon ([bixwîne: Langedoc Xusîyo], bi oksîtanî: Lengadòc-Rosselhon, katalonî: Llenguadoc-Rosselló [bixwîne: Lyêngwadok-Rûselyo]) yek ji herêmên Fransayê li başûra Fransayê dikeve ye.
Ew ji Départementên Aude, Gard, Hérault û Pyrénées-Orientales ê ko li beravên Deryaya Navîn dirêj dibin û departmanta Lozère ko li hindira Fransayê dimê pêk tê ye.
Ew ji xakekê ko 27.376 km2 şûn digire û li ser 2 548 000 kes dîjî pêk tê. Serbajarê wê Montpellier e.
Gel û ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Languedoc (bi oksîtanî: Lengadòc) dîrokî di perçeyên ko zimanaxivên oksîtanî li ser dijîn dimê, herêma Roussillon (bi katalanî: Rosselló) jî di perçeyên ko zimanaxivên katalonî li ser dijîn dimê. Zimanê fermî, nola gîşk derên Fransayê, fransî ye. Ew zimanaxivin oksîtanî û katalonî bi piranî zimanê xwe jibîrkirine. Dîsa jî herdu ziman xwediyê statuya taybetî ne û ewna di dibîstanan de gorî hilbijartinê têne hîn kirin û xwendin.