Here naverokê

Mustafa Gazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mistefa Gazî hat beralîkirin)
Mustafa Gazî
Jidayikbûn1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin28 çiriya paşîn 2017 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
PîşeNivîskar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mustafa Gazî (bi tirkî: Mustafa Gazi), (jdb. 1958 - m. 28 çiriya paşîn 2017[1]) nivîskar, lêkolîner û bestekarekî kurd bû.[2]

Mustafa Gazî di sala 1958an de li gundê Şêxuliya Jêrîn ya bi ser Siwêregê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê ziman, zargotin û muzîka Kurdî de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û stranan çêdike. Di nav salên 1991-2003an de li Amedê dersên zimanê Kurdî daye. Di rojname û kovarên Kurdî de xebatên wî hatine weşandin. Kilam û stranên ku wî çêkirine ji hêla kom û hunermendan ve gelek sal in têne xwendin. Strana wî ya yekemîn car afirandiye "Evîndar im" e. Strana wî ya herî navdar "Xerîb im" e. Strana wî ya bi Tirkiya Diyarbekirê û di terza blusê de hatiye çêkirin "Fîsqaya" jî gelek navdar e. Kilam û stranên wî ji hêla kom û hunermendên wek Koma DDKD, Koma Pêşeng, Koma Azad, Koma Avreş, Koma Arjîn, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Şîlan, S. Metîn, Siyabend, Zinar Sozdar, Oruç, Şoreş, Selinay, Sabahattîn Xoce, Azad Bîlen, Yekbûn, Murat Kuçukavci, Alişan, İbrahim Nuhat, Ferhat Kanat, Engin Derya, Evin Beyaz, Ercan Kan û hwd ve hatine xwendin.

Mustafa Gazî di 28ê çiriya paşîn a 2017an de mir û li goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin.[3]

Pirtûkên wî yên çapkirî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) wefat kir". semakurd.net. 29 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
  2. ^ http://www.basnews.com/tr/babat/395940
  3. ^ "Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) wefat kir". semakurd.net. 29 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 30 gulan 2024.