Vîtalî Gînzburg
Vîtalî Lazarevîç Gînzburg (bi rûsî: Виталий Лазаревич Гинзбург, Vitaly Lazarevich Ginzburg; 4'ê kewçêrê 1916'an de li Moskowê - 8'ê sermawezê 2009) hatiye dinê û fîzîknasekî navdar ê Rûs e. Sala 2003'î bi tevî Aleksey Abrîkosov û Anthony James Leggett Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di malbateke cihû de hatiye jiyanê. Sala 1938'î zanîngeha dûgelê ya Moskowê, beşa fîzîkê bi dawî dike. Ji bo mafên cihûyên YKSS têdikoşe û herçendî endamê partiya kommûnîst û bi xwe kesekî ateîst e jî, serê wî bi sazûmaniyê re dikeve belayê. Jina wî ji aliyê KGByê ve tê şopandin û direve derveyî welêt.
Gînzburg, di çêkirina hin çekan de cihdigire. Di çêkirina bombeya oksîjenê de xwedî roleke mezin e. Piştî mirina Stalîn jiyana wî ya malbatî baş dibe û bi giranî xwe dide xebatên xwe. Jina wî jî ji sirgûnê vedigere.
Xebat û girîngiya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji pisporên fîzîka materyalên sûper-ragihandêr e.
Xelat û paye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xelata Stalîn (1953)
- Xelata Lenîn (1966)
- Xelata zêrîn a Royal Astronomical Society (1991)
- Wolf-Prize für Physik (1994/1995)
- Lomonossow-Goldmedaille (1995)
- Xelata Humboldt (2001)
- Xelata Nobel a fîzîkê (2003)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |